Mesrûr Barzanî: Şoreşa Gulanê çespand ku viyana gelê me ji pilanan bihêztir e

Mesrûr Barzanî: Şoreşa Gulanê çespand ku viyana gelê me ji pilanan bihêztir e

May 26 2020

‎‏‎ARK NEWS... Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di salvegera 44an ya şoreşa Gulanê de, nameyek belav kir. Di nameya xwe de ragihand: Şoreşa Gulanê ev çespand û îsbat kir ku xwestek û viyana gelê me ji tevahiya pilanan bihêztir e.

Name wiha dest pê kiriye: Di 44mîn salvegera şoreşa gulanê de, pîrozbayiyên xwe pêşkêşî gelê Kurdistanê û tevahiya beşdarvanên vê şoreşê dikim û bi rêzdariiya wan pêşmergeyên qehreman bi bîr tînin ku bo bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurdistanê berdewam bûn di xebat û têkoşînê de.

Nîşan da: Şoreşa Gulanê ku dirêjî an jî berdewamiya şoreşa mezin ya Îlonê bû, di encam de bi hevkarî û yekrêziya tevahiya aliyên Kurdistanî û pêkhateyan, xudan berhemên giringe weke serhildana mezin ya buhara 1991an û pişt re jî damezrandina hikûmet û parlementoya herêma Kurdistanê.

Tekez kir: Şoreşa Gulanê ev rastî îsbat kir ku xwestek û îradeya gelê me ji tevahiya pilanan bihêztire, bi yekgirtî û yekhelwestiya xelkê Kurdistanê dikarin tevahiya rewşên dijwar derbaz bikin.

Ameje bi wê yekê kir: Lazime di rewşa niha de jî bi giyanê pêşmergane, bi yekrêzî û yekdengî, xizmeta nîştimana xwe bikin û bi vê rê jî dikarin bi ser tevahiya asteng û dijwariyan de zal bin û serkevin.

Mesrûr Barzanî di dawiya nameya xwe de got: Serê rêzdariyê bo şehîdên şoreşa Gulanê û tevahiya şehîdên Kurdistanê ditewînin.

Ş.E




366