Boris Johnson vegeriya ser karê xwe

Boris Johnson vegeriya ser karê xwe

Apr 27 2020

ARK NEWS.. Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson ji 6ê Nîsanê vir ve cara pêşî çû avahîya serokwezîrîyê ya li Downing Streetê.

Johnson yê 55 salî bi vîrusa korona ketibû û ser giranbûna nexweşîya wî ew li nexweşxaneyê xistibûn beşa çavdêrîya krîtîk.

Ew di 12ê Nîsanê de ji nexweşxaneyê derketibû û li avahîyeke serokwezîrîyê ya 65 kîlometre dûrî Londonê dima.

Li ber e ku Johnson roja Duşemê seroktîya civîna wezîran bike.

Heta niha, li şûna Johnson, Wezîrê Derve yê Brîtanya Dominic Raab kar dikir.

425