WHOyê: Qûnaxa herî xirab a  vîrusa korona hîn maye

WHOyê: Qûnaxa herî xirab a vîrusa korona hîn maye

Apr 21 2020

ARK NEWS .. Serokê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus ser vîrusa korona careke din hişyarî da.

Ghebreyesus dîyar kir ku di nexweşiya vîrusa korona de hîn qûnaxa xirab dest pê nekiriye.

Ghebreyesus got: ‘’Bi me bawer bikin. Ya herî xirab hîn nehatiye, bila em bihevre rê li ber vê trajedîyê bigirin. Hîn gelek kesan ew trajedîya fam nekiriye.’’

Serokê WHOyê bi bîr xist ku di sala 1918an de ji ber grîba Îspanyol 100 mîlyon kes mirine û dîyar kir ku ew ji serî de bo vîrusa korona hişyarî didin.

Vîrusa korona li seranserê cîhanê bêhtir ji 2,400,000 kes berketine û bi qasî 170,000 kes kuştine.

444