Çekdarên PYDê du endamên PDKSê ji bajarê Serêkaniyê revandin

Çekdarên PYDê du endamên PDKSê ji bajarê Serêkaniyê revandin

Jul 24 2018

ARK NEWS .. Çekdarên PYDê du endamên Partiya Demokrata Kurdistan Sûriya revandin û berev cihekî ne diyar ve birin.

Li gor zaniyariyên ARKê ku roja Duşemê 23\7\2018an danê nîvro çekdarên asyîşê ku niha bûne çekdarên ewlekariya navxweyî yên ser bi PYDê ve herdu endamên komîta herêmî yên Partiya Demokrata Kurdistan Sûriya Ebdulhemîd Xelîl û Ednulmecîd Mûse revandin û berev cihek ne diyar ve birin.

Malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistan Sûriya ragihand ku çekdarên PYDê beriya ku bi revandina herdu endamên navbûrî rabin bi du rojan êrîşî malê wan li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê kiribûn ew jî bi mebesta girtin û bivçav kirinê, lê ji ber ku ne li malên xwe bûn carek din di roja Duşemê de êrîş birin û ew girtin .

Ebdulhemîd Xelîl û Ebdulmecîd Mûsa endamên Komîta Herêmî yên Partiya Demokrata Kurdistan Sûriya li bajarê Serêkaniyê ne .

Di 9\7\2018an heman çekdaran endamê komîta herêmî ya PDK-S û endamê Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demokratî Kurdistanî – Rojava endeziyar Deham Mihemed Usman ji gundê Kelehê yê Dêrikê binçav kiribû û roja Şemiyê 21\7\2018an serbest berda .

Bi dehan serkirde û endamên Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê û Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya û çalakvanan di zîndanên PYDê de ne bê ku danpêdanek ji rêveberiya PYDê ya xweser pê were kirin û ta niha beşek ji girtiyan tu zanyarî û agahî li ser wan tune ne.



747