Bi amadebûna Serok Barzanî merasîma derçûna hêzeke Zîrevanî

Bi amadebûna Serok Barzanî merasîma derçûna hêzeke Zîrevanî

Aug 16 2018

Îro Pêncşemê 16.8.2018an bi amadebûna Serok Barzanî li Fêrgeha Zêrevanî ya bajarê Hewlêrê merasîma bidawîhatina xula “Pêkvejiyan” ya Serdesteya Yek birêve çû.

Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi wekalet Kerîm Şingalî û Fermandarê Fermandariya Pêşmergeyên Zîrevan Lîwa Ezîz Weysî û nûnerê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî di merasîmê de amade bûn.

Di wê çarçovê de, Wezîrê Pêşmerge gotarek pêşkêş kir û behsa rola hêzên Zîrevanî di şerê li dijî DAIŞê kir û spasiya Serok Barzanî kir bo piştevaniya berdewam ji hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re.

357