Di serdema koronayê de, binêre derbider di çi rewşê de ne!

Di serdema koronayê de, binêre derbider di çi rewşê de ne!

Mar 30 2020

ARK NEWS... Rewangeha Sûriyê ya Mafê mirovan, îro 30î Adara 2020î, hin wêneyên kampekê li Bakurê Sûriyê belav kirin.

Li gor wêneyan tê de diyar dibe derbiderên Sûrî li kampeke bajarokê Sermeda ya ser bi Idlibê ve, di rewşeke mirovî pir xerab re derbas dibin.

Di heman wêneyan de xuya dibe ku ne ximetguzarî ne jî alavên pakkirinê dabîn dibin, lewma dibe egera berbelavbûn nexweşiyan bi taybet golên ava ku pêwîst e li jêr zevî be, di nava konan re diherike lewma egera berbelavbûna nexwşiyan wek koronayê zêde ye.

Ş.E

369