Li Kurdistanê 51 hilgirên koronayê çê bûn û vegeriyan malên xwe

Li Kurdistanê 51 hilgirên koronayê çê bûn û vegeriyan malên xwe

Mar 28 2020

ARK NEWS... Jêderên fermî li Herêma Kurdistanê duh 27ê Adara 2020î, ragihandin ku 12 kesên din ji hilgirên vayrosa koronayê çê bûn û dê vegerin malên xwe. Bi wê yekê hijmara kesên çê bûne û bi ser xwe ve hatine 51 kes in.

Li gor Tenduristiya Silêmaniyê: 9 ji welatiyên ku tûşî koronayê bûbûn, piştî ku ketin di bin çavdêriya tendirustî de, ji vayrosê rizgar bûn û çê bûn.

Li Hewlêra paytext jî 3 kes baş bûn, û bi ser xwe ve hatin.

Herêma Kurdistanê tundetirîn rêkar û tedbîrên rêgirîkirina li berbelavbûna vayrosê standine, yek ji wan rêkaran ragihandina qedexekirina hatûçûnê ta 1ê Nisana 2020î.

Ş.E

545