Penaberekî Kobanê di bûyerekê de li Hewlêrê jiyana xwe ji dest da
Aug 14 2018
ARK NEWS .. Di encama bûyereke hatûçûnê de penaberekî Kurd yê Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê jiyana xwe ji dest da .
Duh roja Duşemê penaberê Kurd yê bi navê Elî Husên Ehmed di encama bûyereke hatûçûnê de bi matorsîkê li ser riya Kilkan ya li gundewarê Behrikê ya Hewlêrê jiyana xwe ji dest da .
Elî Husên Ehmed ji gundê Qasimiyê yê ser bi bajarê Kobanê ve ye û temen 31 salî bû û bavê Sê zarokan e .
626
