Li Ispanyayê di rojekê de 738 kes bi Korona canê xwe jidest dane

Li Ispanyayê di rojekê de 738 kes bi Korona canê xwe jidest dane

Mar 25 2020

ARK NEWS .. Wezareta Tenduristiyê ya Ispanyayê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 7937 kes bi vîrusa Korona ketine û 738 kes canê xwe jidest dane.

Bi vî awayî, li Ispanyan hejmara kesên bi vîrusa Korona ketine gihîşt 47610 kesan û 3434 kesan jî canê xwe jidest dane.

Ev yek di demekê de ye, Rêxistina Tenduristiya Cîhanê ragihand, niha ji sedî 85 kesên bi vîrusa Korona dikevin, li Ewropa û Amerîka tên tomarkirin.

410