Rêjîma Sûriyê yekem hilgirê vayrosa koronayê ragihand

Rêjîma Sûriyê yekem hilgirê vayrosa koronayê ragihand

Mar 22 2020

ARK NEWS... Wezîrê Tenduristiya rêjîma Sûriyê, îro 23ê Adara 2020î, yekem hilgirê vayrosa koronayê ragihand.

Nîzar Yazicî, Wezîrê Tenduristiya rêjîma Sûriyê bi fermî ragihand ku, yekem rewşa Koronayê li Sûriyê hate tomarkirin.

Navbûrî da zanîn: Hilgirê koronayê ji dervey welêt hatiye, û tedbîr û rêkarên guncaw di dermafê wî de hatine standin.

Beriya demekê, Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê ragihandibû: dibe ku hijmarek mezin ji hilgirên koronayê li Sûriyê û Yemenê derkevin.

Ş.E

366