Kobanê... Mayînên çandî bû sedema şehîdbûna zarokekî 10 salî

Kobanê... Mayînên çandî bû sedema şehîdbûna zarokekî 10 salî

Mar 19 2020

ARK NEWS... Li gundewarê bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, beriya di rojan mayînek bi otombîla sivîlekî de teqiya, di encamê de, zarokê bi navê Cemal Xelîl Cemo temen10 salî jiyana xwe ji dest û bavê wî bi tundî birîndar bû.

Jêdereke nêzîkî malbatê ji ARKê re ragihand, ku bombeyên QSDê ku li ser rêyan çandine, bû sedem ku zarok bi temamî were şewitandin û bavê wî bi navê Xelîl Cemo Elî bi tundî birîndar bû.

Heman jêderê bal kişand ser wê yekê, ku bombeyên QSDê çandine metirsiyê li cem xelkê bajarê Kobanê çê dike.

Jêderê tekez kir, ku gundên Kobanê tijî maynên çandî bûne.

262