Peyama pîrozbahiyê ji birêz Mesrûr Barzanî

Peyama pîrozbahiyê ji birêz Mesrûr Barzanî

Aug 10 2018

ARK NEWS.. Bi helkefta bidawîhatina karên kongira heştan ya Yekîtiya ciwanên demokrata Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî Rawêjkarê Encûmena Asayîşa H.Kurdistanê peyamek pîrozbahiyê belav kir
Peyam ev e :

Hevalên ji Yekîtiya ciwanên demokrata Kurdistanê
Rêz û silav
Bi minasebeta dawî hatina karên kongreya 8an ya saziya we ya têkoşer (kongreya pêşmerge) û hilbijarina Serkirdatiya nû, gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî we dikim.

YCDK nuneratiya çîneke girîng ya welatê me dike, li gel vê yekê de jî dîroka têjî ji serweriya vê saziya han, hizr û karînên ciwanan derfeta vê yekê bo we çê dibe ku weke hertim pêşeng bin.

Hêvî dikim saziya we ciwanên Kurdistanê bi hizrên serdemiyane bo pêşeroja gelê me amade bike û şan bi şanê çînên din bo Kurdistaneke bihêz têbikoşin.

Hevdem li gel dubare pîroz kirinê, spasî û destxweşiyên xwe jî pêşkêşî Serkirdatiya berê dikin ku ji kongreya derbasbûyî heta niha xizmeteke hêjayê ciwanên Kurdistanê pêşkêş kiriye.
Xweziya min serkeftin û destkeftên zêdetire bo yekîtiya we ya têkoşer
Li gel rêzim de
Birayê we
Mesrûr Barzanî

Ji rûpela fermî ya birêz Mesrûr Barzanî Rawêjkarê Encûmena Asayîşa H.Kurdistanê

702