Rûsiya û Îran rewşa Sûriyê gengeşe kir
Feb 09 2020
ARK NEWS... Rûsiya û Îran rewşa Sûriyê gotûbêj kir, û tekeziyê li ser karê komîteya destûrî ya Sûriyê kir.
Cîgirê wezîrê derve yê Rûsya û Kazim Celalî balyozê Îranê li Mosko dawîn pêşhateyên Sûriyê bi giştî gotûbêj kirin, û herdu aliyan piştevaniya xwe ji bo karê komîteya destûrî ya Sûriyê li Cinêv dane xuyakirin.
Weke hatiye ragihandin Fêrşînîn û Celalî tekezî li ser karê hevbeş navbera Rûsiya û Îranê de derbarê çareserkirina kirîza Sûriyê di çarcoveya Asîtane de kir.
560