Zaxo..Şandek ji PDKSê seredana PDKê kir

Zaxo..Şandek ji PDKSê seredana PDKê kir

Aug 09 2018

Şandek ji rêxistina Zaxo ya Partiya Demokrata Kurdistan Sûriya seredana liqê Heşt yê Partiya Demokrata Kurdistanê li bajarê Zaxo kir.

Şanda PDKSê ji berpirsê rêxistina PDKSê li Zaxo Hoşeng Mistefa û dezgeha şehîdan û endamne Encûmena Xwecihî ya PDKSê pêk dihat û ji aliyê berpirsê liqê Heşt yê Partiya Demokrata Kurdistanê D.Elî Teter û berpirsê peywendiyan Ebdulwahid Silêvanî ve hatin pêşwazîkirin.

Di seredanê de pêşhateyên dawiyê û peywendiyên herdu aliyan û rewşa penaberan hatin gengeşe kirin herwiha tekezî li ser piştevanî û papendiyê bi rêbaza Barzaniyê Nemir û hizra netewî hat kirin.

731