Serok spasiya Firansayê li ser rizgarkirina Mihemed ji mirinê kir

Serok spasiya Firansayê li ser rizgarkirina Mihemed ji mirinê kir

Feb 06 2020

ARK NEWS... Roja Pênçşemê 06.02.2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Bruno Hubert Balyozê Fransa li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de ku Olivier Decottignies Konsolê Firansa li Hewlêrê jî amade bû, Serok Barzanî spasî Serok û Hikûmeta Fransa kir ji bo pêdana çareserî û dermankirina Mihemed Hemîd, ew kurê lawê Kurdê Sûriye ku bû sedema wê yekê ku ji mirinê bê rizgarkirin.

Serok Barzanî pesna helwesta dostane û miroviyaneya Firansa li beranber gelê Kurdistanê ya li qonaxên cûr bi cûr da kir û ragihand ku Fransa dewleta prensîp û bihayane.

Her li vê hevdîtinê de Balyozê Fransa li Bexda pêzanînên xwe ji aramî û pêşketina Herêma Kurdistanê hebû û tekez li wê yekê jî kir ku welatê wan herdem xwazyarê pêşxistina peywendî û dostayetiyê ye li gel gelê Kurd da.

Li beşekî dinê vê civînê de rewşa siyasiya Iraqê û girjî û alozî û qeyranên Iraqê hate nirxandin û her dû alî tekez li ser pêwîstiya vegerana aramî û bi cîh kirina daxwazên rewayên xelkê kir. Her wiha ronahî xistin li ser rola rêxistina Neteweyên Yekgirtî û civaka navdewletî ya ji bo yarmetîdana Iraqê li çareserkirina kêşeyên wê, vekirina dergeha diyalogekî niştimaniya giştgîr.

388