kurdekî Efrînê di zîndana rêjîmê de di bin eşkenceyê de hate şehîdkirin

kurdekî Efrînê di zîndana rêjîmê de di bin eşkenceyê de hate şehîdkirin

Aug 08 2018

ARK NEWS .. Piştî ku desthelatdariya ewlehiya rêjîma Sûriyê lîsteyek ji sivîlên ku di bin eşkenceyê di zîndanên rêjîmê de jiyana xwe ji dest dane radestî navendên nasname û regeznameyan kir navekî din ji kurdên Rojavayê Kurdistanê di nav lîsteyan de hate eşkerekirin .

Duh Sêşemê 7/8/2018 çalakvanan navê Kurdekî Efrînê ku ji sala 2012an ve ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hatibû binçavkirin û di bin eşkenceyê de jiyana xwe ji dest daye eşkere kir.

Cemal Elî Ebû Rênas ku di sala 2012an ve hatiye binçavkirin û li gor lîsteya dawiyê ku di 26/7/2013an jiyana xwe ji dest daye û piştî Pênc salan hate xuyakirin ku navê wî di nava şehîdan de ye .

Li gor agahiyên ARKê ku Cemal Elî yek ji kesên ji destpêka şoreşa Sûriyê tevlî şoreşê bûbû û di nav hevrêzên dijî rêjîmê de xwe didît herwiha karê hawarçûnê û mirovî jî di kir û yek ji endamên Partiya Elwihdê bû .

Cemal Elî di sala 2004an de ji ber beşdarbûnê di raperîna 2004an ji aliyê heman rêjîmê ve hate binçavkirin û rastî lêdan û eşkenceya tund hat û yek ji kesayetiyên navdare û niştîman perwere û welat parêz li taxên Şama paytext û bi taybet Zorava de dihat naskirin û ji ber hest û nest wî yên netewî herdem rastî astengî û pirisgirêgan ji aliyê rêjîmê ve dihat.

Di 4/8 jî malbata şehîd Hekem Hikmet Sulêman ji bajarê Qamişlo tirmê kurê xwe yê ku di bin eşkenceyê de wergirtibûn ku beriya heyvekê bi mebesta yedeka leşkeriya neçar hatibû binçav kirin û ji ber lêdana bi hêz hatibû şehîdkirin.

Beriya niha jî jêderên opozisyona Sûriyê navê 8000 sivîlên Sûriyê yên di bin eşkenceyê de hatine terorkirin belav kirin ku ji wan jin û zarok jî hebûn û ta niha du welatiyên Kurd yek ji Efrînê û yek ji Qamişlo hatine eşkerekirin.





810