Eyûb: Min û Silêmanî bi hev re "Komkujiya Babe Emro" pêk anî

Jan 25 2020

ARK NEWS ... Perçe vîdiyoyek ji aliyê Maykil Dewran ku pisporekî di peymangeha Hidson, di herdu wezaretên Derve û Berevaniya Emerîka, herwiha Encûmena Ewlehî de, hatiye belavkirin. Tê de, Elî Eyûb Wezîrê Berevaniya rêjîma Esed, danpêdan bi beşdarbûna fermadarê Feyleqs Qudis, ya ser bi Pasdarên Îranî Qasim Sulêmanî, di komkujiya Babe Emro ya bajarê Humsê dike, ku di wê demê de, ew tax bû kavil û her tiştik hat wêrankirina û rûxandin, û tawan û komkujî di dermafî sivîlan de hatin encamdan.

Di wê perçe vîdiyo de Elî Eyûb, Wezîrê Berevaniya rêjîma Esed dibêje ku di 2011an de Qasim Silumanî nas kir, û yekem şer bi hev re pilan jê re danîn, pilana şerê Babe Emro bû, di 2011an pilan pêk anîn.

Maykil li ser rûpele xwe ya tiwîterê ragihand: Wezîrê Berevaniyê Elî Eyûb destê Silêmanî di kuştin û serjêkirina Sûriyan de eşkere kir, ku ji hemûyan ve xuya bû, ku destê Îranê di şerê Sûriyê de ji sala 2012an de heye.

Navbûrî tekez kir ku di 2011an de, Silîmanî û Eyûb bi hev re êrîş birin ser taxa Babe Emro, ku êrîşeke hovane bû û artêşa rêjîmê di rêya topbaran û bombebaranê de ew tax kirin kavil, herwiha rojnamevanên Emerîkî û Firansî jî ku komkujî belge kiribûn hatin kuştin.

Di dawiy axaftina xwe de, Maykil Dewran got: her kesek gotegotan belav dike ku Silêmanî şerê terorê kiriye divê wan komkujiyan bîne bîra xwe, herwiha behsa wê yekê kir ku rêveberiya Obama name jê re şandibûn ta niha tu kes agahî û zaniyariyan li ser naveroka nameyan nizane.

Ş.E

665