Efrîn .. Hikûmeta Turkiyê bi tirêksan darên zeytûnan hil dike
Aug 08 2018
ARK NEWS .. Bi bihaneya vekirina riyeke fermî navbera Turkiyê û Efrînê de hikûmeta Turkiyê bi şêwayekî bê ser û ber darên zeytûnan li gundê sînor hil dike.
Parçe vîdyoyek li ser tora civakî hate belavkirin têde hikûmeta Turkiyê bi tirêksan darên zeytûnan li gundê Hemamê yê Cindirêsê bi şêwayekî bê ser û ber hil dike.
Li gor agahiyan ku mebest ji wê vekirina riyeke bazirganî di navbera Efrîn û Turkiyê de ye û ziyanek mezin gehiştiye darên welatiyan bê ku qerebû ji kesî re were pêşkêşkirin .
628
