Serok Barzanî pîrozbahî li Partiya Sosyalîst kir

Serok Barzanî pîrozbahî li Partiya Sosyalîst kir

Aug 08 2018

Serok Barzanî di peyamekê de 42. salvegera damezrandina Partiya Sosyalîsta Demokrat a Kurdistanê pîroz kir.
peyama serok ev e:

“Birayê minê birêz Kek Mihemedê Hacî Mehmud

Birêz Mekteba Siyasî ya Partiya Sosyalîsta Demokrat a Kurdistanê

Ji bo 42. salvegera damezrandina partiya we ya têkoşer germtirîn‌ û xweşiktirîn pîrozbahiyê pêşkêşî we dikim, li rêya we yê birêz ve jî silav û pîrozbahiya xwe ji bo hemû endam û alîgirên partiya we ya têkoşer re dişînim.

Partiya Sosyalîsta Demokrat a Kurdistanê li roja damezrandina xwe û heta îro rolekî girîng û karîger li xebata rizgarîxwaza gelê me da dîtiye û beşekî girîngê tevgera Kurdayetiye û bi wê navê da hejmarekî zêde şehîd pêşkêşî ax û gelê Kurdistanê kiriye. Rola we ya camêrane û azayaneya birêz Sekreterê Partî û Serkirdayetî û Pêşmergeyên Sosyalîst li şerê têkşikandina efsaneya Da'îş da, wêneyekî rûn ya dilsozî û niştimanperweriya we ye û tu demekî nayê ji bîr kirin.

Salvegera damezrandina partiya we ya têkoşer pîroz bê û hêvîdarim karwana xebata we ya paşarojê, mil bi milê hemû hêzên rizgarîxwazên gelê Kurdistanê de berdewam bê û serkeftî bin.

Li gel rêzên min

Mesûd Barzanî
08.08.2018”


538