Serêkaniyê .. Çedkarên asayîşê hebûna du endamên PDKSê di zîndanê xwe red dike

Serêkaniyê .. Çedkarên asayîşê hebûna du endamên PDKSê di zîndanê xwe red dike

Aug 07 2018

ARK NEWS .. Çekdarên YPGê yên ser PYDê ve hebûna du endamên Partiya Demokrata Kurdistan Sûriya di zîndanê xwe red kir û danpêdan bi girtina wan nekirin .

Malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya li ser zarê hevjîna yek ji girtiyan ragihandiye ku dema çûye navenda Serêkaniyê ya çekdarên asayîşê ku niha nav li xwe kirine çekdarên Ewlekariya Navxweyî û pirsa hebûna hevjîna xwe kiriye berpirsên asayîşê jêre gotine ku tu kes bi vî navî li cem wan tuneye.

Çekdarên PYDê di 23ê tîrmeha bûrî ango heyva Heftan de herdu endamên Komîta Herêmî ya Partiya Demokrata Kurdistan Sûriya Ebdulhemîd Xelîl û Ebdulmecîd Musa ji bajarê Serêkaniyê revandibûn bê ku tu tomet li ser wan hatibe sepandin.

Her li gorî agahî û zaniyariyan ku ta niha çarenivîsa Ebdulhemîd Xelîl û Ebdulmecîd Musa ne hatiye diyarkirin .

Ji destpêka desthelatdariya PYDê û herdem di kiryar û binpêkirinên xwe di derheqê çalakvan û endam û serkirdeyên Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê û Partiya Demokrata Kurdistan Sûriya encam dide û bi dehan ji girtiyan li zîndanên PYDê de ne û wek herdû endamên navbûrî danpêdan pê nayê kirin û di nav girtiyan de kesên ji beriya heft salan hatine binçavkirin jî hene û herdem siyasetmedar û serkirdeyên Kurd bang li PYDê dikin ku ji van kiryarên xwe di derheqê Kurd ên Rojavayê Kurdistanê de berde .



715