Dirziyên Siwêda sipasiya ENKSê kir
Aug 07 2018
ARK NEWS .. Encûmena Rîsipiyên Dirziyan li Siwêda daxuyaniyeke sipasiyê ji bo Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê belav kir .
Di daxuyaniya Rîsipiyên Dirziyan de hatiye ku ew gelekî sipasiya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê li ser helwêsta wan ya niştîmanî û mirovayetî derbarê şermizarkirina êrîşên rêxistina DAIŞ ya terorist li dijî welatiyên parêzgeha Siwêda dikin.
Di daxuyaniya Rîspiyên Dirziyan de hatiye ku xwîna welatiyên Sûriyê hemû yeke û çarenivîsa wan jî bi hevre girêdaye.
894
