Siûd Elmela: Mezlûm Kobanê pabendî bi xalên destpêşxeriyê nebûye

Siûd Elmela: Mezlûm Kobanê pabendî bi xalên destpêşxeriyê nebûye

Jan 12 2020

ARK NEWS .. Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê berisva daxuyaniya QSDê dide û dibêje, ku Mezlûm Kobanê pabendî bi xalên destpêşxeriya ku derbarê yekrêziya navmala kurdî pêşkêş kiriye nebûye.

Di lêdwanekê de bo rojnameya Şerq Elawst, Siûd Elmela ragihand, ew destpêşxeriya ku ji aliyê Mezlûm Kobanê ve derbarê yekrêziya navmala kurdî li Rojavayê Kurdistanê hatiye pêşkêşkirin, Mezlûm Kobanê pabendî bi xalên ku pêşkêşkirî nekiriye.


Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê dibêje heta weke niha doseya binçavkiriyên bi neçarî nehatiye yekalîkirin, û komîteyek din di vê derbarê de hatiye avakrin, û hîn jî çarenivîsa ( 9 ) çalakvan û endamên partiyên ser bi Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ve tarî ye, û nehatiye xuyakirin. Serbar kir ku raporta komîteya dûvçûn û şopandinê bi tenê ne bes e.

Siûd Elmela tekezî li ser wê çendê kir, û got ku ew daxwaza diyarkirina çarenivîsa tevaya girtiyan dikin, herwiha daxwaza serbestberdana wan ji zindanê dikin, û gotina qurbaniyan di raporta QSDê gûman dirust kiriye, herweha gotina ku astem e kar li ser diyarkirina çarenivîsa girtiyên li Efrînê were kirin gûman dirust kiriye, ku heta Adara sala 2018 an Efrîn di destê PYDê de bû.

Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê got, ku raporta komîteya ser bi PYDê ve diyarkirina rastiyan dûr dike, bi taybetî ku Behzad Dorsin endamê Polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya beriya ku were binçavkirin, asayîş û çekdarên PYDê gef lê kirbûn, û Behzad Dorsin li navçeya bin kontrola PYDê de hate binçavkirin .

ARK

530