4 ji yek malbateke Efrînê li Nerwicê jiyana xwe ji dest da
ARK NEWS .. Duh roja Yekşemê 5ê Çileya 2020î, li welatê Nerwicê agir bi mala malbateke penaber ket, di encamê de, 4 ji yek malbatê jiyana xwe ji dest da.
Jêdereke taybet ji ARKê re ragihand ku: Li bajarê Birgin yê Nerwicî, agir bi mala penaberê bi navê Fehid Mihemed Osman ket, di encamê dê dayîk û 3ê zarokên xwe, jiyana xwe ji dest da.
Heman jêderê anî ziman: Her yek ji dayîk Melek Memo, û zarokên bi navên Norcan, Rohilat, û Nûcîn, bûne qurbaniya wî agirî.
Malbata navbûrî, xelkê gundê Xilalka yê navçeya Bilbilê yê Efrîna Rojavayê Kurdistanê ne. Hîn jî vekolîn û lêpirisîn di derbarê çawaniya rûdana tawanê de berdewam e.
Ş.E
534
