Nerwêc daxwaza rawestandina şer li Idlibê dike
Jan 02 2020
ARK NEWS .. Wezîra Derve ya welatê Nerwêcê daxwaz kir ku, şerûpevçûn li Idilbê rawestin, û sivîl werine parastin .
Ênî Êrksin Sorayd Wezîra Derve ya welatê Nerwêcê dilgiraniya xwe derbarê selametiya sivîlan li bajarê Idilbê da xuyakirin, û daxwaz kir ku yekser êrîş û şerûpevçûn li Idilbê werine rawestandin .
Ji aliyê xwe ve Hayko Mas Wezîrê Derve yê welatê Elmaniya ragihandbû ku, rewşa mirovî li Idilbê gelek xirab e, û eger rewş bi vî awayî berdewam bike, karesat wê rû bidin, lewma pêwîst e şer were rawestandin.
355