Çarenivîsa serkirdeyê PDK-Sê hate diyarkirin

Çarenivîsa serkirdeyê PDK-Sê hate diyarkirin

Aug 07 2018

ARK NEWS..Jêdereke taybet çarenivîsa serkirdeyekî Partiya Demokrata Kurdistan Sûriya yê ku ji aliyê çekdarên PYDê ve li Efrînê hatibû revandin ji ARKê re eşkere kir.

Welatiyekî Kurd ji bajarê Qamişlo nexwest navê wî were eşkerekirin ragihand ku endamê komîta navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya Ebdulrihman Apo di zîndana Elaya ya bajarê Qamişlo de ye bê ku tu agahiyên din derbarê tendirustiya wî bîne ziman .

Ji aliyê xwe ve Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan Sûriya û nûnerê Efrînê yê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê Husên Îbiş 5/8/2018 tekez kir ku Ebdulrehman Apo di zîndana Elaya de ye ji ber ku bi hevjîna xwe re axivîbû û gotibû ku ew di zîndana navbûrî ya Qamişlo de ye .

Ebdulrihman Apo di 12/7/2017 ji mala xwe li taxa Eşrefiyê ya Efrînê ji aliyê asayîşa PYDê ve hatibû revandin û piştî girtinê bi demekê hevjîna Apo ji ARKê re dabû diyarkirin ku Apo ji bo zîndana Reş ya navçeya Raco ya Efrînê hatibû birin û heyva 12 ji sala bûrî2017 ji bo dadweriya giştî hate birin piştre ji bo dadgeha ya navê lê kirine dadgeha teroran ya navenda bajarê Efrînê hate birin da ku vekolîn pêre were kirin.

Ji dema ku girûpên çekdar destê xwe danîne ser navçeya Raco û bi taybet zîndana Reş di 8/3 de ew zîndan ji girtiyan û pelik û belgeyan hatibû valakirin li gor hin siysetmedaran ku dema PYDê ji Efrînê reviyaye di 18/3/2018 girtî û di nav wan de Ebdulrihman Apo bi xwe re biribûn deverên derdora Helebê )deverên Şehbayê) .

Bi dehan ji girtiyên bajarê Efrînê ji endam û alîgirên Partiya Demokrata Kurdistan Sûriya û Encûmena Nişîmanî ya Kurd li Sûriyê û çalakvanan li cem PYDê bê çarenivîs in nexasim Idrîs Elo û Ehmed Sîdo û tu agahî li ser wan tunene eger hatibin radestkirin ji bo rêjîmê yan ji bo zîndanên Qamişlo û Kobanê hatibin veguhestin.




575