Çekdarên YPGê endamekî EXNŞ li Efrînê teror kir

Çekdarên YPGê endamekî EXNŞ li Efrînê teror kir

Aug 06 2018

Piştî vekişana çekdarên YPGê yên ser bi PYDê ve ji Efrînê û radestkirina gund û bajarê Efrînê ji bo Turkiyê êdî dest bi karê terorkirina welatiyên Efrînê kirine û li jêr navê Qunaxa Duyem ji opreasyona ku nav lê kirine Berxwedana Serdemê bi karê terorkirina welatiyên Kurd radibin

duh 5\8\2018 çekdarên veşartî yên PKKê endamekî Encûmena Xwecihî ya navçeya Şera ya Efrînê teror kir li gor daxuyaniyekê li ser malpereke PYDê hatiye belavkirin têde terorkirina endamê Encûmena Şera Ekaş Hac Ehmed li gundê Dêrsiwanê li xwe girtin û parçe vîdyoyek belavkirin .

jêderek taybet ji ARKê re ragihand ku beriya du heftiyan ango ji Îna bûrî ve Ekaş Hac Ehmed hatiye revandin û tevî ew vîdyo hatiye belavkirin lê navbûrî hîn di jiyanê de ye û çareseriya xwe ya tendirustî dibîne . Di daxuyaniyê de hatiye ku sedema terorkirina Ehmed ji ber ku peywendî bi derbiderên Efrînê re dikir û gef û tehdîd ji wan di got eger biryara vegerê ji bo Efrînê bidin lê ya rast ew ku berpirsên PYDê rêgirî ji vegera xelkê Efrînê re dirust dikin û bi bihaneya dagîrkeriyê nahêlin derbider vegerin mal û warên xwe.

Ekaş Hac Ehmed xelkê gundê Dêrsiwanê yê navçeya Şera ye û xêzandare û bavê çar zarokan e û helgirê bawernameya peymangeha navendî ya endezyariya eliktirîk û mîkanîkê ye û beriya cihê xwe di encûmena Xwecihî ya navçeya Şera de bigre di şaredariya Dêrsiwanê de kar dikir

Bi belavkirina wê parçe vîdyoyê belgeyeke ku PYDê bi karê terorê radibe û çespandineke ku ew tu xêrê ji Efrînê re naxwaze






940