Şandek ji Leşkerê Roj seredana ofîsa rêxistina Domîz ya Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya kir

Şandek ji Leşkerê Roj seredana ofîsa rêxistina Domîz ya Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya kir

Aug 06 2018

ARK NEWS .. Duh êvarî 5/8/2018 şandek ji Serkirdeyên leşkerê roj bi Serokatiya Emîd Receb û Eqîd Serdar Doskî û hijmarek ji fermandeyên Leşkerê Roj seredana ofîsa rêxistina Domîz ya Partiya Demokrata Kurdistan Sûriya kir û li gel serkirde û berpirsên rêxistina PDKSê li Domîzê rewşa Pêşmergeyên Roj gengeşe kirin .

Herwiha di seredanê de rewşa Pêşmergeyên birîndar û alîkariya wan hatin giftûgokirin.

Di pêşwaziya şanda serkirdeyên Leşkerên Roj de her yek ji Serkirdeyên PDKSê Mihemed Emîn Ebas û Hacî Kalo û hijmarek kadro yên PDKSê ve hatin pêşwazî kirin.

652