Pêdirson bê hêvî ye:

Pêdirson bê hêvî ye: "Karê komîta destûrî sist e"

Dec 22 2019

ARK NEWS .. Şandiyê Navdewletî yê taybet ji bo Sûriyê bêhêviya xwe derbarê derencamîn civînên komîta distûra Sûriyê ya nû de nîşan da , û daxwaza serbestberdana girtiyan di zûtirîn dem de kir.

Gêr Pêdirson şandiyê Navdewletî yê taybet ji bo Sûriyê di axaftineke xwe de li Encûmena Ewlehiya Navdewletî bêhêviya xwe derbarê derencamîn civînên komîteya distûra Sûriyê ya pêşerojê derbirand, û got ta niha tu pêşketin û derencamên erênî ji aliyê komîteyê ve derneketiye û serbar kir, ku karê komîteyê sist e, û wê sist bimîne .

Derbarê doseya girtî û windabûyan jî Pêdirson got, ku pêwîst e pêşketin di vê doseyê de jî çê bibe û girtî werine serbestberdan û çarenivîsa windabûyan jî were diyarkirin.

361