YPGê amade ye Siwêda rizgar bike

YPGê amade ye Siwêda rizgar bike

Aug 05 2018

ARK NEWS .. Çekdarên Yekîneyên Parastina Gel YPGê piştî amadebûna xwe ji bo rizgarkirina parêzgeha Idlibê dane xuyakirin vê carê amadebûna xwe ji bo çûna parêzgeha Siwêda ya li Başûrê Sûriyê û rizgarkirina wê parêzgehê ji rêxistina Daişê ya terorî eşkere kirin.

Di daxuyaniyê de çekdarên YPGê duh roja Şemiyê 4/8/2018 ragihand ku ji ber êrîşên terorî ya Daişê ya di 25ê Tîrmehê de 250 kes ji xelkê Siwêda jiyana xwe ji dest dan û ew wek hêzên berevaniyê amade ne şerê rêxistina Daişê li her derekî bikin.

Di daxuyaniya YPGê de herwiha hatiye ew bi parastina gelê Sûriyê pabendin ku gelê Dirziyan ji wan, û eger ji wan hate xwestin ew ê parastina gelan li her cihekî bikin .

Ji aliyê xwe ve berpirsê giştî yê çekdarên YPG Sîpan Hemo ji malpera Şerq Elewset re tekez kir hêzên wî ji bo parastina gelê Dirziyan ji rêxistina Daiş ya terorî amade ye ku berê xwe bidin parêzgeha Siwêda ji bo gundewarê wê parêzgehê ya Rojhilat ji rêxistinê rizgar bike.

Beriya niha herdu serkirdeyên PYDê Salih Muslim û Aldar Xelîl amadebûna xwe ji bo çûna hêzên xwe ji parêzgeha Idlibê re dabûn xuyakirin ku ji destpêka desthelatdariya PYDê û rêveberiya wê ji deverên Kurdî re bi hezaran ji ciwanên Kurd di şerê bajarên erebî de wek Reqayê Dêrazorê Minbic Til Rifet de dane şehîdkirin û piştre bi aştî û selametî wan deveran radestî rêjîma Esed dikin.




716