Kampa Efrîniyan .. Çekdarên PYDê zarokekî din revand
ARK NEWS .. Di berdewamiya binpêkirinên xwe de, Partiya Yekîtiya Demoqrat PYDê, li herêmên derbiderên Efrîna Rojavayê Kurdistanê, li derdora Helebê, ku bi Herêma Şahbayê tê naskirin, zarokekî din revand, ku mebest jê ew e, da ku tevlî kampên rahênana leşkerî dikin, piştre beşdarî şer û cengan de, bikin.
Li gor agahiyên bi destê Dezgeha ARKê ketine, ku çekdarên PYDê, zarokê bi navê Ehmed Nîzar Hesen revand, û ji bo kampên rahênana leşkerî li bajarokê Til Rifetê yê Bakurê Helebê hate şand.
Ji aliyê xwe ve, Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê di raporteke xwe de ragihand, ku di 13ê Berçileya 2019an de, girûpeke nuxomandî ser bi Hêza Nû ve, di rêya otombîleke ji curê Van, rengê spî, zarokê ku bêkesê dê û bavê xwe ye, revand, û ji bo cihekî ne diyar hate birin, ku di wê demê de, ew hilmet bi amedebûna kadirekî YPGê hate encamdan.
Rêxistina navbûrî di raporta xwe aniya ziman ku, tê gûmankirin ku zarokê bi navê Ehmed di kampên girtî yê ser PYDê ve be, ku ji aliyê Pasdarên Iranî ve, tê serpiriştiyarkirin, hate birin,
Malbata zarokê revandî li ser torên civakî banga xwe gihandin aliyên peywendîdar, da ku çarenivîsa kurê wan diyar dikin, û hewl û fişarê li ser PYDê bikin da ku, serbest berdin.
Tawana di dermafê Ehmed ya duyem e, ku di heman cihê de ango herêmên derbiderên Efrînê, zarokê bi navê Cemal Cabo jî bo siyemîn car hate revandin, û hîn jî çarenivîsa herdu zarokên Kurd ku ji Efrînê ne ne diyar e.
Ş.E
502
