Serê Kaniyê.. Zarokekî Kurd bo qurbaniya bûyereke hatûçûnê

Serê Kaniyê.. Zarokekî Kurd bo qurbaniya bûyereke hatûçûnê

Aug 04 2018

Di encama bûyereke hatûçûnê de li ser riya di navbera Serê Kaniyê û Dirbêsiyê de zarokekî Kurdi jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahiyên ARKê ku duh roja înê 3/8/2018 li nêzîkî gundê Til Sexir li ser riya di navbera Serê Kaniyê û Dirbêsiyê de bûyerek hatûçûnê rû da di encamê de zarokê bi navê Xandî Sulêman yê 13 salî jiyana xwe ji dest da û bavê wî bi giranî birîndar bû û ji bo Nexweşxaneya Elnûr ya li bajarê Qamişlo hat veguhestin .

Her li gor heman agahiyan ku bavê Xandî rewşa wî ye tendirûstî di metirsiyê de ye û niha di odeya çavdêriya taybet de ye û hevjîna wî ango dayîka Xandî di Nexweşxaneyê de ye



762