Teqînek li Efrînê çê bû
ARK NEWS .. Îro, Sêşemê, 26ê Mijdara 2019, teqînek li navenda Efrîna Rojavayê Kurdistanê çê bû. Ziyan canî û madî ne.
Li gor jêdereke taybet ji Dezgeha ARKê re ragihand: Teqîn li kolana Siyasiyê, rêya Qada Azadiyê çê bû, di encama wê teqînê de, ziyanên canî û madî ketin.
Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan da zanîn: Bi dehan kes birîndar bûne, bê ku nasnameya wan diyar bike.
Ta sazkirina vê nûçeyê, sedemên teqînê, û pêkînerê wê nehatine naskirin. Herwiha tu aliyekî ew teqîn nexistiye stûyê xwe, û li xwe negirtiye.
Ji dema desteserkirina Turkiyê û girûpên çekdar ji herêmê re, di her dem û demekê de, teqînên wiha rû didin. Piraniya wan teqînan, çekdar bi xwe pê radibin, da ku her girûpek li ser hesabê girûpeke din hejmûna xwe berferehtir bike, û serbestiyê di dizî û talankirina mal û milkên Kurdan de bibîne.
Ş.E
930
