Qurbaniyên teqîna Babê berev bilindbûnê ve diçe
Nov 17 2019
ARK NEWS .. Duh, 16ê Mijdara 2019an, Teqînekê bajarê Babê, ku dikeve Bakurê Rojhlatê bajarê Helebê de, hejand , di encamê de, bi dehan kes bûne qurbanî .
Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan belav kir , ku ev teqîn li bajarê Babê li taxa Elkrac hatiye encamdan , di encamê de bêtir ji 10 kesan jiyana xwe ji dest dane , û 30 kesên din birîndar bûn, û egera bilindbûnê zêde ye.
Weke Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan daye zanîn, teqîn di rêya otombêleke bombekirî re hatiye encamdan, û ji bilî ziyanên canî , ziyanên madî jî bi taxa Elkrac gehiştine.
524
