Tevî bangên yekrêziyê, hîn jî Fûad Ibrahîm revandî ye

Tevî bangên yekrêziyê, hîn jî Fûad Ibrahîm revandî ye

Nov 17 2019

ARK NEWS .. Îro, 17ê Mijdara 2019an, nêzîkî 2 sal û 8 meh, li ser revandina çalakvan Fûad Îbrahîm re derbas dibin, ta niha PYDê dan bi revandina wî nake, û li ser nediyakirina cihê wî rijd e.

Di 24ê Adara 2017an, çekdarên PYDê li cihekî navbera gundê Mameşor û Şekirxaçê li derdora Dêrika Rojavayê Kurdistanê, çalakvan Fûad Ibrahîm revand, tevî hewlên berdewam, lê ta niha bê serûşûn e, û çarenivîsa wî ne diyar e .

Çalakvan Fûad Ibrahîm, di despêka xebata xwe ya siyasî de, wek endamê Komîta Herêmî di nav partiya xwe Azadî de, cihê xwe digirt. Herwiha wek endamê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, hat hilbijartin.

Di gelek xwepêşandên li dijî rêjîmê beşdar kiribû, ji ber çalakiyên xwe ji aliyê rêjîm, û PYDê ve rastî astengî û rêgiriyan dihat.

Di 2ê Cotmeha 2016an, ji ber çalakiyekê hat revandin, herwiha di 24ê Adara 2017an, çekdarên PYDê li cihekî navbera gundê Mameşor û Şekirxaçê, li derdora Dêrika Rojavayê Kurdistanê, çalakvan Fûad Ibrahîm revand.

Tevî hewlên berdewam ji malbatê, lê ta niha tu agahî li ser wî tune ne, û bê serûşûn e, çarenivîsa wî ne diyar e.

Ş.E

284