Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li zanayê kurd Koçer Bîrkar kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li zanayê kurd Koçer Bîrkar kir

Aug 02 2018

Piştî bidestxistina zanayê kurd Koçer Bîrkar ji xelata Fêdils ya cîhanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de pîrozbahî lê kir û kêfxweşiya xwe anî ziman

Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Birêz Koçer Bîrkar

Ez ji ber vê serkeftina we ya mezin, we û malbata we pîroz dikim. Ev xelat û serkeftina we ya zanistî, bûye mayeya kêfxweşî û şanaziyê ji bo gel û niştiman.

We bi vê serkeftinê nimûneya xortê jîr û zanistkar ê serkeftî yê Kurd nîşanî cîhanê da, ku dikarin di asta zanayên mezin ên cîhanê de bin, di heman demê de xelata we ya zanistî dê bibe bawerbixwebûn û hander ji bo dahênana zêdetir a xortan di hemû waran de, bi taybetî jî di warê zanistî de.

Ez cardin we pîroz dikim, bi hêviya temenê dirêj û serkeftinên zêdetir.

770