Serok Barzanî pîrozbahî li zanayê kurd Koçer Bîrkar kir

Serok Barzanî pîrozbahî li zanayê kurd Koçer Bîrkar kir

Aug 02 2018

Piştî bidestxistina zanayê kurd Koçer Bîrkar ji xelata Fêdils ya cîhanî Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de pîrozbahî lê kir û ragihand, “ez yek ji çil milyon Kurd im ku gelekî bi serkeftina te dilxweş û şanaz im û hêviya serkeftin û pêşketina zêdetir ji bo te dixwazim.”

Peyama Serok Barzanî :

“Birêz Kak Koçer Bîrkar

Bi keyfxoşiyek mezin ve me nûçeya serkeftina we ya mezin bihîst ku, we xelat di wareke giring û zihmet a zanistî de ku bîrkarî (matematik) e, bidest xist.
Bêguman hêvî û armancên we pêk hatin û ev serkeftina we dilê hemû gelê kurd xweş dike û ez yekemîn kes im ji wî 40 milyon kurdê ku ji vê serkeftinê keyfxweş û pê serbilind im û hêviya serkeftin û pêşketina zêdetir ji bo we dixwazim.

Cihê keyfxweşiyek mezin e ku ciwanekî Kurd bikare ji aliyê zanistî ve pêşbirkê li gel zanayên cîhanê bike û xelata navnetewî bidest bixe. Hêvîdar im Kak Koçer bibe pêşeng û mînakeke bilind bo ciwanên me hemûyan û hewl bidin wek Kak Koçer serkeftinê ji aliyê xwendin û zanistê de navê gelê xwe bilind bikin.

Mesûd Barzanî
02.08.2018”

817