Mesrûr Barzanî spasiya gel di bihawarçûna penaberan de kir

Mesrûr Barzanî spasiya gel di bihawarçûna penaberan de kir

Nov 16 2019

ARK NEWS .. Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, birêz Mesrûr Barzanî, serbilindî û şanaziya xwe ji gelê Kurd re derbirand, ku bi bê rawestandin bi hawara derbider û penaberan ve çûn, di heman demê de bang li Civaka Navdewletî kir ku, bi karê zêde derbarê pêşkêşkirina alîkariyan ji derbider û penaberên li Herêma Kurdistanê, dimînin, rabin.

Serokê hikûmetê, di rêya rûpela xwe ya tiwîterê, ragihand ku ew bi gelê xwe serbilind e, ku tu carî li ser dabînkirina penagehan ji kesên pêwîst re, ranewestiyan. Herwiha spasiyek ji karmend û karkerên haweçûnê re, pêşkê kir û got, spasiyek ji wan karkerên hawarçûnê re, yên ku li ser di desxistina alîkariyê û piştevaniyê ji kesên pêwîst re kar dikin.

Li aliyekî din Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, birêz Mesrûr Barzanî bang li Civaka Navdewletî kir, û da zanîn ku, divê Civaka Navdewletî karekî zêde di vê derbarê bavêje, wate pêşkêkirina alîkariyan ji derbider û penaberên li Herêma Kurdistanê dimînin.

Piştî damezrandina Kampa Berdereşê, ya ku ji penaberên ji ber êrîşa Turkiyê ya ser Rojavayê Kurdistanê û Rojhilata Feratê, reviyane, serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî seredana kampê kir, û rewşa penaberan û daxwaza wan ji nêzîk ve şopand.

Herêma Kurdistanê, bêtir ji melyonekê ji derbiderên Iraqê, û penaberên Kurd, ku piraniya wan yên Roajvayê Kurdistanê ne, vedihewîne, û her dem deriyê xwe li pêş ziyandîtiyên şer û cengan vekiriye. Li ser asta Sûriyê ji destpêka şer ji sala 2011an ve, û ta roja îro, bi bê rawestandin her tişte bi destê wê were, bê dudilî û kêmasî dike, û wekû erkekî Kurdistanî li ser milê xwe, dide nasîn

Ş.E

309