Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê komkujiya Cindirêsê şermezar kir

Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê komkujiya Cindirêsê şermezar kir

Mar 27 2023

ARK NEWS... Duh 26ê Adara 2023yan, Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê xwepêşandaneke nerazîbûna şehîdkirina her 4 welatiyên kurd li Cindirêsê di şeva Newrozê de, li Hewlêra paytexta Herêma Kurdisanê li dar xist.

Xwepêşandan bi amedebûna serkirde, endam û nûnerên partiyên ENKSê û hejmarek ji penaberên Rojavayê Kurdistanê li pêş baregeha Netewên Yekgirtî bi rê ve çû.

Di vê derbarê de Dr. Ebdulhekîm Beşar di daxuyaniyeke taybet de bo ARKê got: Tiştê li Cindirêsê encam dayî karekî terorî ye.

Cîgirê serokê Hevpeymaniya Niştîmanî ya hêzên şoreş û opsizyona Sûriyê Dr. Ebdulhekîm Beşar tekez kir ew karê terorî cejna Newrozê armanc kiriye.

Ji aliyê xwe ve Îbrahîm Biro endamê ENKSê di Desteya Danûstandkara Sûriyê taybet ji ARKê re da zanîn: Em tawana Cindirêsê şermezar dikin û banga derxistina Girûpên Çekdar ji Efrînê dikin sizakirina encamderên wê dikin.

Piştre Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê nameyek ji 10 xalan pêşkêşî Netewên Yekgirtî kir.

97