1 Dolarê Emerîkî gihişt 715 L.S

1 Dolarê Emerîkî gihişt 715 L.S

Nov 16 2019

ARK NEWS .. Bo yekem car di dîroka Sûriyê de nirxê yek dolarê Emerîkî li hember lêreya Sûriyê asta xwe ya herî bilind derbas dike, ango 700 lêreyên Sûriyê derbas kir.

Li gorî malpera Lîre Elyewm ya taybet bi diravên biyanî roja Şemiyê 16ê Mijdara 2019an, nirxê 1 dolarê Emerîkî gihişit 715 lêreya Sûriyê ji bo firoştinê û 720 lêre ji bo kirînê.

Beriya destpêkirina şerê Sûriyê nirxê 1 dolarê Emerîkî bi tenê derdora 50 lêre bû, wate niha derdora 12 caran lêreya Sûriyê daketiye, û ew yek jî bi xwe re bandorê li nixrê kel û pelan û pêdiviyên jiyana rojane ya welatiyan dike.

412