Rêxistineke navdewletî :Turkiyê û girûpên bi ser ve û rêjîma Sûriyê û çekdarên YPGê binpêkirinan derheqê Efrîniyan pêk tînin

Rêxistineke navdewletî :Turkiyê û girûpên bi ser ve û rêjîma Sûriyê û çekdarên YPGê binpêkirinan derheqê Efrîniyan pêk tînin

Aug 02 2018

Rêzistina lêbûrîna Navdewletî derbarê binpêkirinên ku girûpên çekdar û artêşa Turkiyê li Efrînê û rêjîma Sûriyê û çekdarên YPGê li deverên derbideriyê de dikin belav kir .

Di raporta lêbûrîna Navdewletî de ya ku roja Pêncşemê 2/8/2018 hatiye belavkirin ku ji dema Turkiyê bajarê Efrînê kontrol kiriye girûpên çekdar yên li Efrînê dimînin di binpêkirinên xwe de di derheqê welatiyên Kurd de ji kuştin û binçavkirin û talankirina mal û milkên welatiyan li tevahiya herêmê berdewam in û serbar kir ku armanca sereke ji wan binpêkirinan rûxandina jêrxaneyên bajêr û guhartina demografî û şewtandina darstanan gehiştiye asta tawanên cengî .

Rêxistina lêbûrîna navdewletî herwiha di raporta xwe de dibêje hêzên Turkiyê rê dide wan girûpên çekdar ku binpêkirinên li dijî sivîlên Efrînê pêk bînin .

Ew daxuyaniya rêxistinê hat piştî vekolînên wê derbarê rewşa bajêr ji dema kontrolkirina Turkiyê ji herêmê re .

Heman rêxistinê di raporta xwe de eşkere kir ku girûpên çekdar yên ku Turkiyê piştevaniya wan dike binpêkirinên hovane di derheqê welatiyên Kurd de kirine mîna hilmetên girtinê yên berfireh û binçavkirin û kuştin û eşkencekirin herwiha û desteserkirina mal û milk û zeviyên welatiyan serbarî talankirina mal û milkan ji bilî wê desteserkirina dibistanên Efrînê ku ev yek bû sedema dûrketina bi hezaran zarok ji xwendina xwe .

Ji aliyê xwe ve Lîn Melûf rêvebera vekolînan di pirograma Rojhilata navîn de rêxistina lêbûrîna navdewletî de ragihand ku êrîşa Turkiyê li ser Efrînê û kontrolkirina wê bû sedema têkçûna rewşa Efrînê bi giştî û serbar kir ku niha Turkiyê hêza dagîrkere li Efrînê ji ber vê yekê ew berpirse di ber parastina sivîlan û pêkanîna aramiyê de li deverê lê ta niha Turkiyê berpirsiyaretiya xwe weke pêwîst beramberî vê yekê ranebûye û nabe welatê Turkiyê ji erk ê xwe bireve .

Melûf herwiha got ku pêwîste di zûtirîn dem de Turkiyê destêwerdanê bike ji bo rawestandina van binpêkirinan û tawankaran siza bike û sozên xwe bi alîkariya xelkê Efrînê derbarê vegera jiyana wan ya normal bi cih bîne .

Di raporta rêxistinê de li ser zarê jêder û hevdîtinên xwe hatiye kuher yek
Elfirqe 55, Cebhe Elşamiyê, Feyleq Elşam , Elsultan Murad , Ehrar Elşeqiyê, binpêkirinên tund derheqê welatiyan kirine û bi behaneyên cûda cûda wek endamtiya PYDê bi şêweyekî ne rewa bê serûber welatiyan binçav dikin û mebest jê xwestina pereyan beramber serbest berdana wan ango xwestina fidye ye û 86 rewş girtin û binçavkirin revandin hatin belgekirin .

Li gor belgekirina rêxistinê ku bi dehan malên welatiyan hatine desteserkirin û li şûna wan derbiderên Ereb tê de bi cih bûne bargeh ji girûpan re
Derbarê binpêkirinên rêjîma Esed û çekdarên YPGê li nav kampan de rêxistinê da zanîn ku welatiyên ji ber şer reviyabûn û ta niha li kampan li deverê Helebê dijîn ku hijmara wan 140 hezar kes e û tu alîkarî û xuzmetguzarî ji wan re nayên pêşkêş kirin û ne xasim guhdana tendirûstî û rê ji nexweşan re neyê vekirin da ku berê xwe bidin Helebê .

Herwiha çekdarên ser bi rêjîmê ve nahêlin derbiderên Efrînê ji deverên gundên Helebê derkevin û berê xwe bidin bajarne din ku hijmarek ji wan neçar dibin pereyên zêde bidin da ku bi qaçaxî derbasî Helebê bibin .

Derbarê çekarên YPGê rêxistina lêbûrîna navdewletî got ku ew çekdar bi mebest rê li pêşiya xelkê Efrînê digrin da ku venegerin mal û warên xwe ku tevî wê yekê bi sedan deriyên çiyayî re xwe gihandin Efrînê .

Rêxisrtinê li ser zarê jineke Efrînê dibêje ku çekdarên YPGê nehiştin ew di riya fermî re vegerin lewma neçar bû ew û meta xwe ya 60 salî pênc demijmêran bimeşin da ku xwe bigînin Efrînê .

Emnistî herwiha da diyrkirin ku tenê nexweşxaneyek û du nûrîngeh li devera ku bi şehbayê tê naskirin heye û tu pisporên pizîşkî di wan deveran de tune ne .

Di raporta rêxistinê de Lîn Melof dibêje ku rêjîma Esed û çekdarên YPGê êş û azarên xelkê di dorpêçkirina derbederan di deverên derdora Helebê û di nav kampan de zêdetir dikin û divê rê ji xelkê re vekin da ku berê xwe bidin cih û bajarên xwe û biçin cihên ku dixwazin biçin nexasim ji nexweş û birîndaran re

Melûf herwiha bang li rêjîma Sûriyê û çekdarên YPGê kir ku rêz ji mafê welatiyan de bigrin û rê ji xelkê re vekin da ku vegerin mal û warên xwe herwiha nexweşên ku pêwîstiya wan bi çareyekê heye rê ji bo derxistina wan re were dayîn.

674