Teqînek li bajarokekê di bin destê girûpên çekdar de çê bû
Nov 10 2019
ARK NEWS .. Îro 10ê Mijdarê 2019an, li bajarokê Silog yê ser bi parêzgeha Reqayê ve, teqînek çê bû, bi dehan navbera kuştî û birîndar de hene.
Jêderên agahdar dane zanîn ku, teqîn ji derencamên otombêleke bombirêjkirî nêzîkî navendeke girûpên çekdar hat rûdan. Ta sazkirina vê nûçeyê tu aliyekê ew teqîn li xwe negirtiye.
Bajarokê Silog, di operasyona Turkiyê ya 9ê Cotmehê 2019an, ji destê QSDê derket û kete bi destê Turkiyê û çekdarên bi ser ve.
Ş.E
415
