Serok Barzanî pîrozbahiya bîranîna jidayikbûna Pêxemberê Musilmanan kir

Serok Barzanî pîrozbahiya bîranîna jidayikbûna Pêxemberê Musilmanan kir

Nov 09 2019

ARK NEWS .. Îro Şemiyê 9ê Mijdara 2019an, Serok Mesûd Barzanî bi helkefta salvegera jidayikbûna Pêxemberê Îslamê Mihemed silavên Xwedê li ser be, nameyek belav kir, û tê de pîrozbahî li Musilmanên Kurdistan û cîhanê kir.

Ev jî naveroka nameyê ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta bîranîna ji dayikbûna pêxemberê me yê mezin Mihemed Mistefa (Silavên Xwedê li ser bê) pîrozbahiyê li misilmanên cîhan û Iraq û misilmanên Kurdistanê bi taybetî dikim.

Bi hêviya ev helkefta pîroz sedemeke dinê bihêzbûna peyama aştî û birayetî û pêkvejiyan û lêborînê bê.

Ji xwedayê mezin dixwazîn ev helkefta pîroz ji bo gelê Kurdistan û navçeyê bi giştî bibê cihê xweşî û xêr û bereketê û bibê dawiya zulm û tundî û çewsandin û asîmîlekirina mîlletan.

Welselamun aleykum we rehmetullahû webereketuhu

Mesûd Barzanî
09.11.2019

333