6 sal in parêzer Idrîs Elo revandî ye

6 sal in parêzer Idrîs Elo revandî ye

Nov 09 2019

ARK NEWS .. Parêzer Idrîs Elo çalakvanê siyasî û endamê Komîta Herêmî ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya ev e 6 sal in û ji aliyê PYDê ve revandî ye û tu danpêdan ji PYDê derbarê girtina navbûrî de derneketiye .

Idrîs Elo sala 1968an ji dayîk bûye ji gundê Dîkê yê navçeya Raco ye li navenda bajarê Efrînê li taxa Eşrefiyê dijiya û wek parêzer kar dikir, ji destpêka kirîza Sûriyê tevlî liv û tevgera dijî rêjîmê bû, lewma bû armanca PYDê, û di 8/11/2018an girûpek çekdar ser bi PYDê ve êrîş bir ser mala wî û Idrîs Elo binçav kir û ji bo cihekî nediyar bir û ta niha ne diyar e di jiyanê de ye, yan ji bo rêjîmê hatiye radestkirin .

Gelek hewil ji aliyê malbata wê ve hatin dan da ku çarenivîsa wî diyar bikin lê hewlên wan bê encam bûn û berpirsên PYDê di wan deman de danpêdan bi wê yekê nekiri û digotin ku tu kes bi navê Idrîs Elo li cem wan tune ye .

Di dehan ji serkirdeyên kurd û endam û alîgirên PDK-S û Encûmena Niştîmanî ya Kurd LI Sûriyê bê sûc û guneh di zindanên PYDê de girtîn e û berovajî wê yekê navbera her dem û demekê PYDê girtiyên DAÎŞê serbest berdidin, û li ser girtina welatparêzan û şoreşgeran hîn rijd in û berdewam in .

Ş .E

686