Sê çekdarên kurd li Efrînê revandî ne û bê çarenivîs in

Sê çekdarên kurd li Efrînê revandî ne û bê çarenivîs in

Aug 01 2018

ARK.NEWS .. Pirsa çarenivîsa sê kurdên di nav girûpên çekdar de li Efrînê tê kirin ku ev e demeke hatine revandin û tu agahî li ser wan tune ne .

Mihemed Şêx ku bi navê Ebû Meryem Heskawî tê naskirin xelkê Serê Kaniyê ye û Serokê lîweya Ehrar Elkurd ketîba Mişel Temo ye ji demekê ve windayî ye û tê gûman kirin ku li cem girûpa Sultan Murad be ji ber ku ji heman girûpê ve dihat xwestin û daxuyanî jî bi Ebû Meryem Heskawî derxist.

Îsa Kedlo Ebû Meryem Efrînî tê naskirin xelkê Efrînê ji gundê Celemê ye ew jî Serokê girûpa Siwar Efrîn e herwiha Mesûd Îbo ku bi Ebû Mecid Komele tê naskirin û ew jî Serkirdeyê girûpa Ehfad Selah Eldîne û xelkê bajarê Babê yê Helebê ye .

Ji demeke dûr ve hersê navbûrî li Efrînê ne diyar in û bi tenê daxuyanî bi Ebû Meryem Heskawî ji aliyê girûpa Sultan Murad ve derketiye û têde hatiye ku Heskawî ji ber doseyên cûda hate binçavkirin lê piştî heyvekê ji girtinê karîbû xwe ji nav lepên wan rizgar bike û bireve di daxuyaniya Sultan Murad de ku di 21\7\2018an hatibû belavkirin ji girûpên çekdar yên Efrînê dixwaze ku Heskawî radestî wan bike û li gor jêderên xwecihî dibêjin ku tê gûmankirin ku hatibe terorkirin yan ta niha li cem wan e.

Ebû Meryem Heskawî Ebû Meryem Efrînê û Ebû Mecid Komele ji destpêka derbasbûna girûpên çekdar derbasî Efrînê bibûn û piştre winda bûn û ta roja îro tu zaniyarî li ser wan tune ne.

Di 6\7 fermandarekî Kurd yê Cebhe Elşamiyê Ehmed Misto ji aliyê girûpên nenas ve hatibû armanckirin lê piştî dîtina çareseriyê careke din vegeriya Efrînê .



787