Encûmena Xwecihî ya Efrînê 800 sepetên xwerinê ser gundiyan re belav kirin

Encûmena Xwecihî ya Efrînê 800 sepetên xwerinê ser gundiyan re belav kirin

Aug 01 2018

ARK.NEWS .. Encûmena Xwecihî ya navenda bajarê Efrînê alîkarî ser gundên Efrînê re belav kir .

Jêderek ji Encûmena Xwecihî ya Efrînê ji ARKê re ragihand ku roja Sêşemê 31/7/2018 nivîsgeha hawarçûnê ya Encûmena Xwecihî ya Efrînê 800 selên xwarinê li sê gundên Efrînê belav kirin.

Jêderê herwiha amaje pê kir ku alîkar li gundên Meryemîn û Qestelê Kişk û gundê Cûmekê hatin dabeşkirin .

Tevî astengî û rêgiriyên têne pêşiya encûmenan lê Encûmenên Xwecihî di pêşkêşkirina alîkariyan de bedredewam in .


731