Efrîn .. Girûpên çekar ciwanekî kurd revand
Aug 01 2018
ARK NEWS .. Girûpên çekdar li Efrînê ciwanekî Kurd binçavkir û berev cihekî ne diyar ve bir.
Jêderek taybet ji ARKê re ragihand ku girûpa Ehrar Elşam roja Sêşemê 31/7/\2018an ciwanê bi navê Rêzan Mihemed Kedro bi tometa têkiliya wî bi PYDê re girt û berev cihekî ne diyar ve bir.
Jêderê herwiha da zanîn ku mebest ji girtina wî xwestina pereyane û tu têkilî û peywendiya wî bi PYDê re tune ye .
Rêzan Mihemed Kedro xelkê gundê Kûran ya Cindirêsê ye .
Girûpa Ehrar Elşam yek ji girûpên ku bi karê dizî û talankirin û revandina welatiyan li gund û vaçeyên Efrînê radibin.
719
