Efrîn .. Agir bi çiyayê gundên Şiyê û Cindirêsê ket

Efrîn .. Agir bi çiyayê gundên Şiyê û Cindirêsê ket

Aug 01 2018

Carek din agir bi çiyayên Efrînê li navçeya Cindirêsê û Şiyê ket .

Jêdereke taybet ji ARKê re ragihand ku roja Sêşemê 31\7\2018 carek din agir bi çiyayê gundê Hec Hesna yê navçeya Cindirêsê ket û agir her diçe bi hêz dibe û mezintir dibe .

Jêderê herwiha da zanîn ku agirek din bi çiyayê Gazê Rût yê li navçeya Şiyê ketiye û ji ber bilindbûna asta agir kes nikare wî agirî vemrîne lewma bi çiyayê gundê Tirmîşa jî ket .

Di 29\7an jî agirekî mezin bi çiyayê gundê Hec Hisno ketibû .

Di 23/7/2018 agirek bi çiyayê Hawarê û bi taybet li gundê Çiya yê navçeya Raco ketibû û ji ber gurbûna agir ew agir gehişt cihên din û ji ber ku riyên wê deverê asê, bilind û zehmet in tîmên berpirs nikarî bûn xwe bighînin wan deveran da ku agir vemrîn in .

Li navçeya Şiyê jî çiyayê navbera gundê Erendê û Tirmîşo di heman roja 23/7/2018 agir bi darên çiyayî ket ku ji aliyê tîmên berevaniya sivîlan û xelkê gund hate vemirand in .




703