3em gera Rûsî li R.Kurdistanê bi rê ve çû
Oct 30 2019
Îro çarşemê 30.10.2019 Rûsiyê 3em gera xwe li Rojavayê Kurdistanê bi rê ve bir.
Jêdereke taybet ji ARKê re da zanîn, ku gera Rûsî ji balefirxaneya bajarê Qamişlo dest pê kir û di Amûdê re derbasbû ta Dirbêsiyê, û careke din vegeriya Qamişlo.
Weke hatî eşkerekirin bi biryar bû yekem gera hevbeş a Rûsî-Turkî ji bajarê Dirbêsiyê dest pê bike.
Her di vê derbarê de çendên jêderan dane zanîn jî, ku berya despêkirina gera Rûsî bi demjmêr û nîvekê, 3 Otombîlên leşkerî ku çekdarên Rijêma Esed vedughestin li derdora bajarê Dirbêsiyê bi cî bûn.
N.H
364
