Civîneke sê alî derbarê Sûriyê li Cinêvê tê encamdan
Oct 30 2019
ARK NEWS .. li Cinêvê wezîrên derve yên welatên gerantor ji piroseya Asîtana re, Rûsya, Tirkiya û Îran derbarê Sûriyê dicvin.
Wezareta derve ya Rûsyê derbarê civînê ragihand, Sêrgî Lavrof Wezîrê Derve yê Rûsyê duh Sêşemê 29.10. 2019, seredana Cinêvê dike û dê beşdariyê di civîneke wezarî de li gor Asîtanayê bike .
Heman jêderê serbar kir, Lavrof dê danûstandnan li gel Ger Pêdersen şandiyê navnetewî yê taybet bo Sûriyê û her du wezîrên derve yê Turkiya û Îran jî bike .
Civîna welatên gerantor û Pêdersen beriya rojekê ji destpêkirina yekem civîna komîta destûra Sûriyê ya nû tê .
543
