“Biryara Mesrûr Barzanî mizgîniya başbûna rewşa abûrî ye”

“Biryara Mesrûr Barzanî mizgîniya başbûna rewşa abûrî ye”

Oct 22 2019

ARK NEWS .. Endamekî Encûmena Bilind a Sendîkaya Abûrînasên Kurdistanê dibêje, biryara Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya ji bo pêşxistina rewşa abûrî ya Kurdistanê, mizgîniya başbûna rewşa abûrî ye.

Şemal Nûrî ji malpera KDP.info re ragihand: “Biryara Serokwezîrê Kurdistanê bi dana 500 milyar dînaran ji bo projeyên xizmetan, bandoreke mezin dixe ser bazarên Herêma Kurdistanê û baweriyeke mezin daye veberhêneran û belênderan.”

Nûrî wiha got: “Ew biryar dê bibe sedema beydakirina bi sedan hezar derfetên kar ji bo ciwan û xortan li Herêma Kurdistanê bi giştî û herwiha avakirina zêdetir a abûriya Kurdistanê di sektorên wek kareba û av û rêyan de, ku sûdeke mezin dide xelkê Kurdistanê ji aliyê sitratejîk.”

Şemal Nûrî wiha got: “Ew pereyên ku Mesrûr Barzanî ku diyar kiriye ji bo pêşxistina abûrî, dê bibe sedem ku kargehên biçûk dest bi karên xwe bikin, lewma êdî tevger bikeve bazarê. Niha û bi başbûna rewşa abûrî dê weberhênerên biyanî jî bên û li Kurdistanê kar bikin.”

737